Zirgewre
Qederekê bê deng dimeşin. Gelekî li xweşiya Mesulê Zirgewre çûye ku pesnê wî hatiye dayîn! Hem jî ne yek, di du mijaran de hatiye pesinandin! Hem li ser pênaseya wî ya li ser desthilatdariyê û hem jî ji bo deng! Lê herî pir bi pesinandina dengê xwe şanaz e! “Tu dikarî bibî şaîrê dinyayê?!” Berê jî gotibû, “Tu dengbêjê dinyayê yî!” “Êêê! Ez dengbêj im an şaîr im? Ma her du jî bi hev re nabin? Bi rastî jî ma çiyê min ji yê bilbilê zelqoyî kêmtir e? An jî ji şalûlê şev lê geriyayî? Aaaxx ax! Ku sêhra dinyayê xera nebûbana û niha min ji kêfa dilê xwe re dengê xwe berdana. Ziriyabûma û hey ziriyabûma! Da kurên bavan zir bidîtana! Avên çeman li ber pêlên zirandina min bileqiyana û pêl bidana! Di behran de firtone rabikira! Perda guhê dinyayê biqetandiba! Jixwe li dinyayê zir tenê eyîdî min e! Carinan însan xwe diceribînin, lê dengê dîkê qoqo jî ji wan dernakeve!”
80
Kurmanci
Edebîyat-Çîrok/Öykü
2001
Loading....