Zerdeşt Pêxember(RûpelênDîroka “Windabûyî”)
Zerdeşt Pêxember! ...
Gelo kî vî navî nizane?
Gelo kê, hîç nebe, hema carekê di derbarê wî da nebihîstibe?
Di nava gelên cuda da navê sêwirdar û sazûmandarê yek ji kevntirîn olên cîhanê bi şêwazên cuda tê bilêvkirin: Zaratûştra, Zaratûstra, Zoroastr, Zerdoşt, Zerdûşt, Zradaşt... Lê kurd ji mêjva wî wek Zerdeşt Pêxember dizanin. Û ev nava li ser zarê piranîya kurdan e – ji biçûkan girtî – heya here derê mezinan, ên ku rû û gulî spîkirine! Heya gelek kurdan navê Zerdeşt dîyarî lawên xwe yê tezebûyî kirine (û îrojî dîyarî didin) – wek tacekî pîroz!
Di cîhana zanistê da, li ser bingeha wan agahîyan, ên ku di Gatan da hene (Gat – drozge û pesinbêjîyên ji bo Ahûra Mazda), tê zanîn, ku Zerdeştkesayetîyekîdîrokî ye, lê bi demê ra (di “Avêsta biçûk” da) wek kesayetîyekîefsanewî, nîvxwedayî hatye pejirandin…
Hê di kûrahîya dîroka kevnar da ew wek Pêxemberê Xwedê naskirine…
128
Kurmanci
Araştırma İnceleme Kitapları
2001
Loading....