Müge İplikçi, di çîrokê xwe de qala mirovên dilxişûş, tikûtenê ku ketine nav lêgerînekê dike; û di çarçoveya tenêtî û bêrîkirinê de, qala serhildana jinên ku fîdakarî, dilbirehmî û dilovanî li wan tê ferzkirin, dike. Her wiha, taybetiya weklîstikbûna postmodernîzmê derdixîne pêş û dîsan jinê dike kirdeya çîrokên xwe û rastiyên rût dide ber pirsyaran.
Müge İplikçi, desthilatdarî û xwedîdariyê wekî pirsgirêkekê dibîne û wek wisan jî vedibêje. Di nav sînorên vegotina bi şêweyê postmoderniyê, xewn û rastiyê dixe nava hev û bi ranêzikiyeke pirçandiyê ve saz dike tevna çîrokên xwe. İplikçi, di vê çarçoveyê de, dide û dû helwesteke nivîskariyeke ku her tim dixwaze derbê li bendewariyên xwendevanan bide û riwangeyên heyî nûtir û cihêtir bike.
128
Kurmanci Turki
Roman - Novel - Öykü
DILAWER ZERAQ
2007
Loading....