“Xwezî bi wan rojan” romana nûciwanan e. Roman ji hêla Îsmaîl Dîndar ve hatîye nivîsîn. Roman ji şeş beşan pêk tê. Xewa havînê, xemgînî, serxet û binxet, welatên dûr, serpêhatî û xwezî bi wan rojan.. Bûyerên romanê li sînor, li gundekî nêzî Nisêbînê derbas dibe. Lehengê romanê ciwanek çardehsalî ye. Di romanê de bûyerên qaçaxçîyan û bîranînên ezîdî û suryanîyan ji çavên ciwanek tê qalqirin. Wêneyên pirtûkê ji hêla necmeddîn biri ve hatine xêzkirin. Roman 48 rûpel e û di dawîya wê de ferhengokek biçûk heye. Her wekî din hin biwêjên di nav romanê de derbas bûne tevî şîroveya wan hatine nivîsîn.