Bavê min henekvan bû. Em sebî li dora wî digihiş-tin hev û me digot;
– Bavo ka ji me ra meseloka bivêje!
Wî jî digot;
– Min gîsinê hesin kiriye avê. Bira nerm bive ez ê ji we ra hebekî
bibêjim!
Gavekî dima me digot;
– Ka bibêje!
Wî digot;
– Gîsin hê nerm nebiye…
* * *
Bavê min ji sebiyan pirr hes dikir. Gava ku çavê wî bi me diket, digot;
– Ez ê mala xwe ji kulekê berjortir bi qurbana we bikim.
128
Kurmanci
Edebiyat-Folklor-Zargotin
2021
Loading....