Te ne eşq û ne jî şer bi min re dikir. Te fenbazî, xefik û davikên xwe tecrûbe dikirin; bend û davên xwe dihûnan. Te ciwaniya xwe ya xapînok saz dikir. Hêdî hêdî bi sêrbazî û fitnebaziya te ve dihatim girêdan. Dihatim... tarîtî, germiya nava te û hilma te ya germ gazî min dikir. Dihatim û min serê xwe dixist devê te de da ku germ bibe. Min di herdu guhên xwe de, hest bi zext û şepêla xwîna te dikir.
Deryayekê di hundirê te de dikir nalîn û axîn. Di ruhê te de, bahozeke dîn bi min dileyist. Behitî û sergêjtir bûm ku bizanibim ew axîn û nalîna şehwet û hewesê ye. Şehweteke dîn e yan banga bive ya mirinê ye. Ne bi çavekî, min bi hezar çavî tîrbûna tarîtiya nava te didît.
***
Di navbera tarîtî û ronahiyê de winda dibûm. Neçar û westiyayî, min dixwest xwe di şikeftê de winda bikim. Xeweke kûr ku firefira çûkan, min jê hişyar neke. Di wê kêliyê de, sed asmanan jî xwesteke firînê nedida min. Tarîtî û ronahiyê ku li pey hev cihê xwe diguherandin, şaş dihiştim. Çi mestî û cadûgeriyek ji canê min ê hîlak û çilmisî re bû. Guhê min li hawar û daxwazekê bû di nava te de ku ji bo pevgihîneke xweş, sêrbaz û helandineke bêdawî û xeniqandineke bê êş gazî min dikir.
72
Kurmanci
Edebiyat - Roman
2011
Loading....