“Dengê pê re diaxivî, bi qijeqij bû, wek kemaneke bêakord bi rexneyan ser û guh lê dirûçikand. Dixeniqî… Gavbigav di hinavê xwe de dikizkizî. Paşê ew kizîn li gewrîyê asê dibû, du qirçîna ewr û ezmanê hestiyar, wê barana di kortikan de digewimî bi xwişînî pêşî lê berdida. Hêsirên wê, ew dilopên kirîstal, biriqandin li xwe wenda kiribûn. Dişibîyan çilkên ji cihokan bipekin.”
Ne ji kurdeke jin, ji jineke kurd.
Romaneke bêefsûn, bi relalîzma realîst, bi kurdîyeke bi kurdî.
Sereleheng: Tu kî bixwazî bila ew be.
Cih: Tu kîjan derê bixwazî ew der e.
Dem: Li benda te namîne, tu jî li bendê nemîne.
Mijar: Bajarekî bi mij e, ger bixwazî bimije, ger bixwazî bikuje.
Tevneke kevn e roman; her dem li rêyekê û li rûyekî digere.
254
Loading....