“Gund seqirîye
Gund seqirîye, tu cabê nade,
Ji tu malekê dû nakişe vira,
Naê ewtîna segaye sade,
Şev vir digerin peranîê gura.
Vira wextekê bîna nên dihat,
Cotkara distira nav zevîê xweda,
Lê niha tu kes vir tune diha,
Dar jî dimirin nava baxada.
Gund mîna meytê nedefinkirî
Ç’ya, newalada maye tek-tenê,
Kes tune, wekî serda bigirî.
Û kes nabêje, xweyê wî kanê.
Çendik-çend gundê edil seqirîn
Ji destê neyar li ç’ya û aranê.
Mêrê jina nexweşketî
Xorto, kinca bişo, şerm neke û raxe,
Bila jinê cînar te bikenin,
Jinê aqil dûrva wê dîna xwe bidin,
Wê xwezila xwe bînin jina te bextewar,
Wekî tu bona wê ne ku tenê yarî,
Lê usa jî bira û hevalî.
Daê
Daê, niha kê wê minra bêje: –Lao,
Û pey mirina tera zarotya min jî mir.
Merîê başqe-başqe wê navê min hildin,
Zarê mine bêxem minra bêjin: –Bavo.
Û gotinê wanda dibe ku ez bibhêm
Huba temiz, mezin, hisreta dilê wan.
Her kesîra nîne, ku navê wan dibên
Usa bi dil û can.
Lê tu kes mîna te îdî nabê: –Lao,
Çimkî wexta xatirê xwe te ji emir xwest,
Te bê vegerandin zarotya min jî bir.”
360
Kurmanci
Kürtçe-Şiir-Kitapları
2019
Loading....