“Wêjeya Kurmancî”, wek ji navê pirtûkê jî diyar dibe analîzên li ser wêjeya “kurmancî” ne; ji bo ku ber û çarçoveya pirtûkê zêde fireh nebûya û pirtûk ji fesal de neketa ji bilî zaravayê kurmancî li ser zaravayên din ên kurdî lêkolîn û analîz nehatine kirin; lê divê neyê jibîrkirin ku hem wêjeya kurmancî û hem jî bi giştî wêjeya kurdî biqasî ku di pirtûkekê de hilneyê wêjeyeke fireh û mezin e.
Di vê pirtûkê de li ser nivîskarên ku vê gavê pirtûkên wan li ber destê me ne analîz hatine kirin, ên ku ne pirtûk lê li dû wan hin deqên (tekstên) wêjeyî mabin li derveyî vê lêkolînê hatine hiştin. Herwiha nivîskarê ku hemû dem û hevçaxên xwe nimandibe (temsîl kiribe)bêtir li ser wî nivîskarî hatiye sekinîn û ew nivîskar hatiye destnîşankirin.
Ji ber du sedeman, jêr-navê vê pirtûkê wek “Pênûsên Çardehderb” hatiye hilbijartin; yek, Ehmedê Xanî jî di nav de û ji wî bi vir ve bi pirranî nivîskarên kurmancî ji ber ku pênûsa xwe wek “çek”eke azadî, siyasî, neteweyî û şoreşgerî bi kar aniye jêr-navê vê pirtûkê bûye “Pênûsên Çardehderb” ku Erebê Şemo ji bo şanoya xwe ya “Koçekê Derewîn” wiha dibêje: “Pyêsa pêşin, gerekê beve notla sîlehekî şer…” Û dudu, ji ber ku wêje û hunera van nivîskaran girîng û bi “derb” bû jêr-navê vê pirtûkê bûye “Pênûsên Çardehderb”.
Wêjeya Kurmancî, Rênas Jiyan, Analîz
276
Kurmanci
Araştırma İnceleme Kitapları
2015
Loading....