Term, bi ziman, honak û mijara xwe, di nava romanên kurdî da xwedî cihekî taybet e. Neynika jiyana
civaka kurdan e, ew civaka ku tevî hemû nakokî û serêşîyên xwe ji gundan ber bi bajaran digindire,
difelişe. Bi hûrgilîyên xwe, bi vegotina xwe ya xweser û bêalî, bi tatêla xwe ya zindî, Term ji serî heta
dawî we ber bi bablîsoka xwe ve dikişîne.
“Hêsir bi çavan ketibûn. Li kevirên gora Xensê dinêrî, lê tu deng bi keviran nediket, “Îro dinya li serê
min teng bûye! Îro erd û axa Xwedê kin bûye, biçûk bûye li ber min. Digerim, dizivirim, doş dibim,
dereka ez pê ve biçim nabînim. Ji hêlekê ve Awzer û Fatê bi pêsîra min digirin, ji hêlekê ve gotin û
çîrok û kilamên we bi ber stûyê min digirin! Ez nizanim çi bikim, bi ku da biçim!”
440
Kurmanci
Edebiyat - Roman
2021
Loading....