Demeke dirêj li seranserê cîhanê û di nava Kurdan de jî armanca xebatên folklorê, berhevkirina berhemên folklorê bû. Bêguman ev karekî gelekî bi qîmet bû lê îro ligel karê berhevkarîyê, nîqaşeke girîng, fêmkirina berhemên folklorê û karîgerîya wan ya li ser jîyana civakî û takekesî ye. Ji bo gihîştina vê armancê, gelekî girîng e ku lêkolînerên folklorê xwendineke taybet li ser teorîyên folklorê bikin û hay ji rê û rêbazên lêkolînên zanistî hebin. Bêguman, dema ku em li ser teorîyên folklorê hûr bibin divê em ji bîr nekin ku; ligel hevbeşîyeke berbelav, di folklora her gel û herêmê de hin cudahîyên karakterîstîk jî hene. Lewma divê em bizanin ku tu çarçoveyeke giştî ya teorîk li çanda herêmeke taybet ji sedî sed nikare bê tetbîqkirin. Hingê tesbîtkirina van xalên ku di navbera teorî û çanda spesîfîk de jêknegirîyê pêk tînin; hem xizmeta pêşxistina teorîyê dike û hem jî rê vedike ku naskirineke kûr ber bi wê çanda spesîfîk ve pêk were.

Naskirina çand û folklorê, bi xwe re naskirina takekes û civakê tîne. Lewre di vê keveneşopê de em, kodên hişmendîya civakî-takekesî, derûnîya civakî-takekesî û sîstema ku civak li serê rûniştiye dibînin. Divê em, wekî folklornasên nûjen bi hesasîyet xetekê di navbera naskirina folklorê û înşakirina folklorê de deynin. Lewre folklorzanên Kurd ne mecbur in ku folklora xwe bi fikreke refleksî ya li hemberî netew, bawerî an jî îdeolojîyên din ava bikin. Hewldanên bi vî rengî ku di sedsalên XIX-XX'an de li seranserê cîhanê berbelav bûn, ji folklorê bêtir xizmet ji neteweperestîyên refleksî re kir û bi vê yekê folklor ji naskirin û tesbîtkirina alîyên hevbeş yên navber-çandî bêtir, ket xizmeta cudakirin û dijberkirina çandên gelan. Bêguman nabe ku ev yek di nava sînorên fireh û bihurbar yên fenomena folklorê de bê dîtin û qebûlkirin.


TEORÎYÊN FOLKLORÊ


120

Kurmanci

Edebiyat-Folklor

1986




Bêjeyên Sereke

TEORÎYÊN FOLKLORÊ
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number