Ez digirîm. Ca min destê xwe di serê min dide. Gava ca min destê xwe di serê min dide, wek bihar hatibe serê min kulîlk dibişkuve. Bîna biharê tê ji bîra min. Ez digirîm. Min daye dû ca xwe û min jî wek wê dawa xwe hilkiriye, kêrên me di destê me de, em li çolê li tolik û strîzerkê digerin. Ez digirîm. Ca min qîvarekî diqeşêre û dide min. Ez BAZ DIDIM, derim ji bin keviran kurmikekîrengîn î biçûçik jê re tînim û bera kefa destê wê didim. Ez digirîm. Şekirok û xalxalok li dû min dimînin. Dawa me mişt giya û pincar em ji çolê vedigerin. Ez digirîm. Şolikên ku min ji çolê anîne, ez baqekî… bi bizinan didim xwarin. Bizin tiliyên min di devê xwe de şil dikin.
Ez digirîm:
‘Yadê, çima bihar nayê?!’…
221
Kurmanci
Roman - Novel - Öykü
2001
Loading....