Helbest derbirîna rastiya civakê,sekneke li hember vê rastiyê û ji nû ve afirandina wê ye.îrfan Amîda bi berhema xwe ya “Şopa Neşûştî” vê rastiyê bi zimanek henûn,herikbar û mişt ji îmaj û metaforan pêkhatî raberî me dike.Em dê vê berhemê de hêz û şiyana zimanê kurdî û asta afrîneriya bi wê dihesin.Amîda,destana heyamekê û şopên wê yê di ruh û giyana me ya her bi birîneke din sebra xwe aniye vedibêje;Ez ê îşev çîroka ku min xwe tê de veşartiye vebêjim…keçikên “çavên xwe her bi xwînê kil dikir…êvar û baranên bi fafikî…şîretên beravêtî,pevşabûnên premature…çîrokên emirkurt…meytên li kolanan veşartî…zimanê îxanet tamijandiye…ev çîroka ku têra xwe trajik ew qasî jî provokator e,dibe sedem pirsên k udi hiş û mêjiyê me de tofanekê li dar dixe.Wijdana me serûbin dike.Helbesta rastîn jî ew e,bi xwendina wê re,em jî dibin xwedî agahiyên ku dê jiyana me ji nû ve saz bike û berê me bide asoyên gewretir.î.Amîda,bi vê pexşanhelbesta xwe deriyê nûhbûn û ciwankariyê ta ser piştê vedike û tahm û lezzeta helbesta kurmancî bi me dide tahm kirin;
Êşên ensest, keşeyên êşkêş,dengşerabê,şevên şerabxwur…çend ji wan hêmayanin ku xwe dispêrin têkiliyên bi helbesta cîhanî re. Amîda,nirx û puxte û sinca qedîm jî dide ber şûrê xwe;
Ger rûyekî kevn bike
Her evin parîkî zinê ye
64
Kurmanci
Kürtçe-Şiir-Kitapları
2005
Loading....