em bi diyarî şarekî ketin
rê bi ser hev de diqulibîn
li ber derwazeyên şar eşîreke winda em pêşwazî kirin
navên xwe yên berê ji bîr kiribûn
digotine xwe Bêdawiyan
pirsîn ji min ê siwar
“kê xera kir tevna pîrê, heval?
siwarekî dî peya bû û hate pêş, got “min!”
ew birin bi alî xwe û rîspiyek ji nav wan:
“piştî heft gerên hîvê dê ciza lê bête birîn!”
û binevş û nêrgiz û sosin avêtin ber hespan
112
Kurmanci
Kürtçe-Şiir-Kitapları
2000
Loading....