Selaheddîn yek ji girîngtirîn mirovê tarîxa dinyayê ye. Ev fikra muşterek a gelek zana û pisporên rojhilat û rojavayî ye. Mohra xwe li mîlenyumê daye. Tevî ku di ser dema wî re 800 sal derbas bûye jî, li dinyayê û Kurdistanê hê jî pir aktuel e. Li dinya modern, bi taybetî di lîteratura ewrûpî de gelek nîqaş li ser tên kirin, bi sedan kitêb û nivîs tên nivîsandin, pêşengeh û albûm çêdibin. Dinya, wî bi şêweyên nû û cihê dixwîne, tarîf dike.

Li Kurdistanê, di nav milletê xwe de jî tim û tim aktuel bûye. Vêga jî ne tenê li unîversîte, derûdorên xwenda, li civateke gundekî çiyan jî meriv dikare rastî nîqaşên pir balkêş bê.

Selaheddîn, di nav milletekî ku ‘li derveyî tarîxê’, tarîx bi xwe ye. Di ber şûrê wî yê ‘îslamê’ re, di bin xeftanê wî de xencereke Kurdî ya zîvîn hebûye. ‘Misilmanan’ ew xencer dît, guh nedan şûr, em wî şûrî dibînin, li xencera zîvîn napirsin. Ew xencera ku şûr ko kir, li Qudsê rê li ber toleransê vekir.

Kitêba Îbn Xelikan yek ji kitêbên herî kevn û biyografiyek girîng a Selaheddînê Eyyûbî ye.


SILTAN SELAHEDDÎNÊ EYYÛBÎ


112

Kurmanci

Folklor-Lêkolîn/Folklor-Araştırma

2008




Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number