“Lehiyek ji tozê rabû li paş helbestkarên beza yên ku helbestên fetisî ji gewriyên xwe yên eletewş digotin; û dengvedanên nalên meşqkirî li ser dahênana ringeringên xwe, li bin guhên hev ketin.”
Toza Helbestkaran
Şikeftên Haydrahodahosê, romana Selîm Berekatê (1951, Amûdê, Rojavayê Kurdistanê) romannûs û helbestkarê Kurd ê ku ‘kilîda zimanê Erebî xistiye berîka xwe' û ji ber ku sînorên heyî yên zimên dibezîne, cîhana zimanê Erebî ya berfireh jê ‘diheside', wî her çendî zimanê romana xwe gelekî dernexistibe ji binê siya per û baskên helbestbêjiyê ve, lê nîgaşdanka boş a tevna romanê û pêvajoya çîrokane û gengeşeyên rewanbêj û herikbar asta helbestbêjiyê nizim dikin hebekî û tevna romanê belî dikin. Wekî ku Berekat bi xwe amaje pê dike, di Şikeftên Haydrahodahosê de, “Tu kartêkên efsaneyan di naveroka vê romanê de nînin. Tu vedariştinek ji bo avakirineke efsanewî nîne. Ev roman lihevkirinek e ji vegotina çîrokane û hevaxaftina di şanogeha kovandariya kevin de, ku bûnewerine efsanewî ji tuxmê hespemirovan wê bi rê ve dibin, bi hewildana sererastkirina rastiyê bi riya vegerandina wê ber bi nîgaşa wê ve,” dê xwendevan tê de li gel vegotina geş û gurr û zimanê helbestane yê Selîm Berekat rû bi rû bimînin û ev ê bibe çavpêketineke dijwar!
Selîm Berekatê ku gava ku dinivîse, ziman nema pê re digihîje, mirov pê dihise ku ew ziman e û ziman nivîskjar e, nola çemê ku hîç miçiqînê nas nake û napejirîne, nivîskarê romanên wekî Feqiyên Tariyê, Leşkergehên Hemdemiyê û Esman Vala ye Li Ser Orşelîmê, bi romana xwe ya bêhevta, Şikeftên Haydrahodahosê ve, bi wergera Ebdellah Şêxoyê wergêrê xort ve vedigere Kurdî, ‘xaniyê bûnewera xwe'.
104
Loading....