Wekî ku Walter Benjamin ji bo çîrokên Nikolay Leskovê ku li hemû Rûsyayê geriyabû û çîrokên xwe nivîsîbû, dibêje ku em îro hatine dawiya hunera çîrokbêjiyeke wisa; ji ber ku “tecrûbe” wekî berê ne biqîmet e, neqilkirina wê wekî berê bi hêsanî çênabe û seba ku rehenda destanî ya heqîqetê dimire, ev cure çîrokbêjî ber bi jibîrbûnê ve diçe. Lê dîsa jî ji ber taybetiyên çîrokên rasteqîn, di wan de bi awayekî sergirtî an aşkere faydeyek heye. Ew fayde carina dersekî exlaqî ye, carina şîret e, carina çarçovekirina gotineke pêşiyan e, carina ji adet û toreyên miletekî dilpakiyek e… Erê, di roja me de “aqildayîn”, “şîret” wekî tiştên demode dixuyin, lê ji bo ku mirov aqil bide yekî, divê tûrikê mirov tije tecrûbe yan serpêhatî bin û mirov bizane çîrokê li hev bîne. Tûrikê Seydayê Tîrêj bi serpêhatiyên wisa tije ye.
Rûpel :124 Ebat: 23.5x21
İstanabul, 2015
**
Seydayê Tîrêj - Di sala 1923an de li gundê Nicmê yê li herêma Qamişlokê hatiye dinyayê. Navê wî Naîf e. Li ber destê aliman xwendiye û piştre jî ji bo xwendina dibistanê demekê çûye Amûdê. Her çend xwendina xwe temam nekiribe jî li vê derê kesên wek Cegerxwîn, Qedrî Can, Hesen Hişyar, Nûredîn Zaza nas kirine. Ev kes tesîreke mezin li Tîrêj kirine û li ser welatperwerî û kurdperweriya wî rolek lîstine. Seydayê Tîrêj ji xeynî dîwanên wekî Xelat, Zozan û Cûdî, mewlûdeke kurmancî û hin jî serpêhatî nivîsîne. Di sala 2002an de li Hisiçayê çûye ser dilovaniya Xwedê.
Berhemên wî yên çapbûyî ev in:
Xelat (1991)
Zozan (1990)
Cûdî (1998)
Mewlûda Pêxember (2006)
Serpêhatiyên Kurdan I-II (1992/2009)