Lê kilam? Bê şik, kilam jî hebûn, dengbêjê têr û tijî jî. Şakiro, Nûroyê Meter, Mihemed Salihê Feyzo, Evselamê Koşkê, Mahirê Temo gulên cimaetên gundê me bûn. Gelek caran dihatin, şevên zivistanên gundê me şên û şa dikirin. Li ber ronayîya lambeyên qazyaxîyan sîyên wan hilpasî diwaran dibûn, li ser diwarên kirêckirî direqisîn.
Bêguman di nava wan de bandora Şakiro li ser me bêemsal bû. Dengê wî carinan em ditevizandin, carinan em vedijandin. Carinan em jar dikirin, carinan tarûmar dikirin, em şa dikirin, têr dikirin, carinan dilê me kêr dikir, em kaşî pêlên xem û xeyalan dikirin. Ji ber ku ne tenê gula cimaetan bû, di heman demê de gula ber cefayan bû. Em jî her wisa bi ber bayê dengê wî diketin, diçûn gola demsalên cefayan...
174
Kurmanci
Edebiyat - Roman
2000
Loading....