Roman li gorî rasteqîniya hundirîn a romanê bi gelek hêman û elementan hatiye avakirin: Yasînê lehengê romanê; ku di navbera gelek Xelîl û Celîlan de diçe û tê û nizane ka kîjan dêrê yan jî mizgeftê hilbijêre û lehengiya wî bi liv û tevgerên lehengên dîtir tê aşkerakirin û ew ji aliyekî ve jî û bi awayekî nixumandî dibe neleheng (antihero) û gelek tiştên der heqê wî de guhnedêriya wî dinimînin. Peymana ku mêbûna xwe ya “jirêze” nade bi “jirêzederbûna” jinên dîtir û her wiha bêyî ku xwe bike endameke femînîstiya li gorî sîsteman hatî îdeolojîzekirin, mêbûna xwe diparêze. Nûrşena dilketiya Yasîn ku di nav evîna xwe û xwe de maye. Helbesta ku jiyana wê bi likumandinê ava bûye. Silêmanê ku bi awayekî dijminane li hember çekdaran dixebite û dareke dîtir li darê kurman zêde dike.
Mamoste Mûsayê ku ligel her tiştî bi karê welatparêziyê dadikeve. Balaya keça Azerî ku di nav behra evîna Simko û qehpîtiyê de hînî melevaniyeke bêhempa bûye. Yilmazê çepgir û sosyalîst ku ji xelkê Enedoluyê ye û dikare ji bo qîzekê jî hevraman û mutefîkê xwe (şoreşgerê Kurd) bide dest (helbet ne ji bo evînê). Simkoyê ku ligel ku di evîniyê de têk çûye jî, berevaniya bilindtirkirina doza welatparêziyê dike, lê mixabin di evîngehê de dimire. Mamoste Semraya dilketiya Yasîn a beriya Nûrşenê ku ji bo watedarkirina vegerê derdikeve pêş me. Firazê sertirûmbel, hevalê zarokatiya Yasîn ku ji bo ku em di kana jiyana Yasîn bigihîjin em pê diçin dema zarokatiya Yasînî. Tûtiya pisîka Yasîn, celeb û nîşaneyeke dîtir a pevbestîn û ligelheviyê.
Romana Şener Özmen bi vegotin û zimanê xwe yê xweser deriyekî nû li ber romana Kurdî vedike, çeperine teng, ku di hewldana nivîsandina romannûsiya Kurdî ya nûjen de peyda bûye, dişikêne, bi tevneke gerdûnî hilmeke teze tîne zimanê Kurdî.
212
Kurmanci
Edebiyat - Roman
2008
Loading....