Em, di vê xebata xwe da, li ser Rewdî’n-Ne‘îm’a Şêx ‘Ebdurrehman’ê Aqtepî sekinîn. Pênc nusxên Rewdî’n-Ne‘îm’ê hene. Nusxa ku em li ser xebitîn, destxeta muellîf yanî ya Şêx ‘Ebdurrehman’ê Aqtepî bi xwe ye. Me vê xebata xwe kir sê beş. Di beşa yekem da, em, li ser jîyan û eserên Şêx ‘Ebdurrehman sekinîn. Bi awakî berfireh, me di derheqê wî û eserên wî da, mehlûmat dan. Ji ber ku ji medresa Aqtepê û ji malbata Aqtepîyan, yanî ji ‘eynî malbatê gelek şa‘ir û ‘alim derketine, loma me di ‘eynî beşê da, cî da danasîna şa’îrên din ên ji malbatê; û me ew û eserên wan, dan nasîn. Di beşa duyem da, ji ber ku mijara Rewdî’n-Ne‘îm’ê di derheqê “Hîlye” û “Mî‘rac”a Hz. Pêxember da ye, loma me jî bi awakî fireh, di derheqê hîlye û Mî‘rac’ê da, agahî da. Di beşa sêyem da jî, me Rewdî’n-Ne‘îm ji alîyê naverok û şeklî ve nirxand.
Rewdî’n-Ne‘îm, bi mûxtewîyata xwe, helbestên li ser evîna Hz. Pêxember in. Şêx ‘Ebdurrehman di vê esera xwe da, evîna xwe ya di dilê xwe da vegotîye, yanî ne‘tên xwe pêşkeşî evîndarê xwe (Hz. Pêxember) kirîye. Rewdî’n-Ne‘îm, li gorî mesnewîyên Kurdî yên heyî, ji alîyê muqeyeseyê ve, esereka gelek stûr e. Mijara wê, hîlye û Mî‘rac’a Hz. Pêxember e. Di nav xwe da, kitêb beş bi beş e. Kitêb, ji 4511 malikan (beyt) pêk hatîye û bi şiklê mesnewîyê hatîye hûnandin.