Piştî amadehî û ewlekariya rê û çûnê, ew, Xelîlê Osê û mehkûmekî bi navê Evdilkerîmê Xenodurê, digel desteyek leşker bi rê dikevin, berê xwe didin xopana bajarê Amedê, riya çûn û nehatinê. Dema digihîjin pira navbera Axreşkê û Şêxan, ew pira bi nav û deng, mîna gelek cih û mexterên li Kurdistanê ku gelek ciwanmêr û kurê bavan ji layê leşkeran ve bi înfaza bêdaraz dihatin kuştin; ew pira ku bi xwîna serok, rêber û şêxên kurdan û hem jî ji ber şerm û fediya wê dîroka xwe sor bûbû. Leşker li ber pirê radiwestiyan, ji mehkûman re digotin: “hûn herin, emê bi pey we de werin!” Dema digihîjtin ser pirê dihatin gulebarankirin.
112
Kurmanci
Anı
2014
Loading....