piçûkê bira me ez, gula civata, hebim çi ye nebim çi
diçim wê xewna dûr a çîroka te lê ji bîr bûye
barê min piştek bîranîn
dimeşim li jor min dengê betonan
dikan û mixazeyên ku tengasiyê belav dikin
li tenişta min siya hesinî ya aciziya şûm
pêjna erdhejan tê ji gavên min
ez gihîştim qonaxa dawiyê lê nebû
hebûn nehejiya û nehedimî mirin
li kû deynim vî barî
bavêjim kû van gunehan
aciziya min hesin
û ev hesinên ji mayîna dirêj bi gazin in
ditengijin, yê min jî
bi demê re zingar digirin destên min
zanim êdî bi kêrî gulê nayên destên min
128
Kurmanci
Kürtçe-Şiir-Kitapları
2021
Loading....