Fatê di nav baxçeyê zanîngehê de, li Mahîr digeriya. Ji kê dipirsiya, bersiva “berê niha li vir bû” werdigirt. Rûnişt û cixare pêxist. Qederê saetek sekinî lê, Mahîr xuya nedikir. Rabû serxwe û çû qantînê, li wir jî nedît. Bêhemdê xwe bi xwe got “ev xortê çavreş bi ku ve çû gelo?” û cardin derdor sehkir. Na, tunebû û xuya nedikir.
Fatê ji Îzmîrê bû û tirk bû. Hewl dida ku zimanê kurdî fêr bibe lê hêj xwe negihandibû asta axaftinê. Hevoka despêkê ji diya Mahîr fêr bûbû. Carek bi Mahîr re çûbû mala wan. Mahîr, bê xebera wan ji bo jinek pêdiviyan çûbû sûkê. Diya wê li keçikê nihêrîbû û gotibû; “Ev xortê çavreş bi ku va çû?” Fatê ji ber ku fêm nekiribû bersiv nedabû. Lê ev hevok bala wê kişandibû û xweşa wê çûbû ji ber vê yekê di hişê xwe da girtibû. Diya Mahîr fêr bûbû ku ew û Fatê ji hevûdin hez dikin.


Nasîn


104

Kurmanci

Edebiyat - Roman

2000




Bêjeyên Sereke

Nasîn
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number