Adil Zozanî, di romana Mişextî de di ser bûyerên ku qewimîne û hatine jiyandin re, têgiha ‘mişextî' û wateyên ku lê hatine barkirin dide ber pirsyaran. Lehengên sereke yên romanê hem bûyeran dijîn û hem jî çavdêr in. Mişextî, ew kes in; hem xeydaneke ku îhtîmal e ku di kêliyekê de li wan bibe lihevkirineke xurt, di navbera wan û warê wan de çêdibe, hem jî ji ber wan şertên dijwar û neligorîdil ku piştî cirîna bobelatekê pêk tên, bêgav in dev ji cî û warên xwe berdidin û koçber dibin - tevî ku ne bidil û daxwaz in jî-. Sacoya Mitirb, Mîrqasim Begê Botî, ‘mişextiyên' Helebçeyê û yên dî… Ew hem xeydanên nazdar in, hem jî koçberên begavmayî ne.
Em bi xwendina vê romanê car dî tê digihîjin ku, em kurd tim û tim di rewşa ‘li vî alî behr e, li vî alî çal e' de mane û hatine ber fetisînê û me bêhna ku ji bo jiyîna me divê jî, ji vê rewşa paradoksî peyde kiriye.
256
Kurmanci
Edebiyat - Roman
2009
Loading....