Çîrokên di Mirina Li Madrîdê de, hestên mirovekî tên vegotin ku ji welatê xwe dûr ketiye; û dil û hundirê wî mirovî bi hêviyên li paş mayî, bi xeyalên şoreşê, bi hezkirinên windakirî, bi hevaltî û evînê mişt e. Di çîrokan de, bîranînên ku bi bibîrxistinan ji nû ve zindî dibin û li hember demê têk diçin, derdikevin pêş; û her wiha, di van çîrokan de, qala bêrîkirina borîrojên mirêsdar ku dê careke dî li mirov venegerin, tê kirin û hewla lêgerînekê heye bo wan…
Her wiha, çîrokên di pirtûka Mirina Li Madrîdê de, zimanê dil û wijdanê mirov ji xwe re dike hîm û esas û ji wêdeyê hemû ber û bergehên siyasî û îdeolojîk ve, guherîn û veguherînê vedibêje…
142
Kurmanci Turki
Roman - Novel - Öykü
DILAWER ZERAQ
2007
Loading....