Mewlûda Mela Huseynê Bateyî heta niha bi milyonan di nav xelkê de belav bûye. Ev mewlûd di nav Kurdan de di şîn, şahî, dawet û civînan de bi salan e tê xwendin.Ev mewlûd li dor sedsala 17-18an de hatiye nivîsandin. Naveroka wê bi piranî medh, sena, pesn û selawetên li ser pêxemberê Xwedê ye. Ev çapa me çapeke taybet e. Di vê çapê de, halê orijînal yê wê nusxeyê jî cih digire ku sed û deh û yek sal berê ji aliyê Kurdîzade Ehmed Ramîz ve hatiye çapkirin. Her wiha berhem cardin bi tîpên erebî hatiye nivîsin û bi vî awayî hatiye çapkirin.
85
Loading....