“Di nava dûmanê de, li binîya gêlî
Va gurê birçî dike zûkînî.
Qasekê û bi şûn de dengê gulleyê hat,
Li gêlî bû şîrqîn, zinaran nivat.
Gelo çi deng e, çi qareqar e,
Dibe nêçîrvan li guran digere?
Dibe qaçax in, yan dibe cerd e,
Dora pêz girtîye, naxwaze berde?
Yan dibe cerdê avête ser gund?..
O, şuxulê xerab, şuxulê nerind...
Li wî milê çîyê, li hinda zangan
Bû qirçeqirça gulleyên bêrdangan.”
Ji Memê û Eyşê
64
Kurmanci
Kürtçe-Şiir-Kitapları
2015
Loading....