Her çîrokeke eşqê a neqediyayî li pey xwe ariyê dihêle paşê wek balindeya kaknûsê vedigere ji wê ariya xwe ji nû ve vedijîne, tê li hişê me datîne, xwe li bîreweriya me digire û li wir nemirtiyê bi dest dixe. Mem û Zîn di gewdeyekê de bi cî nabe, dibe ku çîroka wan jî wek hemû çîrokên nemir ya eşqê honaka heman zarvekirinê be ku hêj tê nehatibe gihîştin. Dibe ku mirov ji roja ku xwe bi wê pela hêjirê herimandî poşand û xuypakiya xwe ji dest da û wê de ji vîyana ku eşqê di eziya xwe de nemir bike heta hetayê borîbe yan jî dinya hîn negihiştibe wê kemala ku bi cewhera eşqê têbigihêje. Kî çi dibêje bila bêje sedema heyîna me ya eslî eşq e, beyî wê tu wateya hewa û av û ax û arê nîn e. Eziya me ya kakilî behreke cawîdanî ye, di wê behra cawîdanî de wek mircana nav îstirîdyeyê di hundirê her yekî me de Memek yan Zînek vedihewe lê xwezaya me ew di bin qalikên hişk de nuxamtiye. Yê ku li xwe vedigere, wek dara berûyê hewl dide û ji qalikê xwe dertê, ew kakilê giyanî pê tê kifşê. Ew kesê ku cewhera eşqê pê tê kifşê jiyana ebedî bi dest dixe, eşq wê şiyana xurt didiyê ku bişê her kêliya jiyana xwe wek risteke şi’rê birêse. Taliyê gava li dû xwe dinêre dibîne ku li şûna wî/ê berhemeke adan şîn hatiye ku çavên meriv jê didele, ji nêrîna wê têr nabe. Yê ku wek sîberekê ji xwe dertê û tevî giyanê keriyê dibe gava li xwe dizivire û dinêre li şûna xwe sîbera xwe jî nabîne.
272
Kürtçe (Latince-Arapça)
2021
Loading....