MEM Û ZÎNA HEWRAMÎ
Mem û Zîn, hem wek destan hem jî wek berhemeke nivîskî, şahesereke edebî ye. Di nava vê çîroka evînî da motîfên dewlemend, vegotineke resen û bingeheke kûr ya edebî xuya dike. Herçend di nava Kurdan da wek destana Memê Alan hatibe zanîn jî bi taybet piştî mesnewiya Ehmedê Xanî, ev çîroka zêdetir ketiye nava mehfîlên edebî. Jixwe Ehmedê Xanî jî ji nava bîra edebî ya Kurdî ev çîroka vekêşaye û di kirasê mesnewiyê da ji nû ve nivîsiye. Lê diyar e ku hidûdên vê çîrokê evqas berfireh in ku hema bêje di hafizeya temamê Kurdan da nîşanên wê diyar dibin. Di vê xebatê de jî îsbat û hidûdên wê hafizeyê hatine diyarkirin ku Mem û Zînê ne tenê di yek-du zaravayên Kurdî da şax daye. Lewra ev berhema îsbat û îddia dike ku ev çîroka di temamê zaravayên Kurdî da heye û numûneya Hewramî bi xwe jî xerîteya hebûna vê çîrokê temam dike.
Di vê xebata Cumhur Ölmez û Shahab Vali da arkeolojiya çîroka Mem û Zînê hatiye kirin û girîngiya wê ya di hafizeya kolektîf a Kurdan da hatiye vegotin. Ji aliyê din ve jî metnê Mem û Zîna Hewramî digel edîsyoneke zanistî hatiye dayîn û bi vî awayî di qada zanistî da lêkolîneke girîng û metneke din ya Mem û Zînê bi Hewramî li hafizeya kolektîf a Kurdî zêde dibe.
278
Kurmanci
Kürtçe Divan ve Klasikler
2000
Loading....