Bêdengî
pirtûkeke nexwendî ye
mîna çixareya ku
xweliya xwe xwariye
peyala ji bîrbûyî
mijareke qedexe
ku di yadiyên
xwe de kewijiye.
mîna cendekê
ku bê sirûd
bê raz û gernejîn
bê keservedan û girî
bê xewn û evîndarî
li ser deravzûna zeman
xemsar hêwiriye.
140
Kurmanci
Kürtçe-Şiir-Kitapları
2021
Loading....