Dema mirov vê destana Jan Dost ango Kobaniyê dixwîne, heta ku bi dawî neke, nikare dev jê berde. Dibe ku heta xwendina vê berhemê neqede xewa mirov jî neyê. Min ji nivîskar xwest ku rehmê li karekterên xwe û li xwendevanên xwe bike. Lê xwesteka min bi cih nebû. Ev roman mirov şaş û metel dike, dihêle ku mirov bi awayekî kûr bifikire.
Ev roman, bi rastî jî destan e û mîna tabloyeke antropolojîk e. Gava ku mirov dixwîne nikare sinorê xeyal û realîteyê ji hev derxe. Roman mirov ji astekê dibe asteke din, mirin û jiyanê bi awayekî ecêb dixe nava hev û firsendê nade ku mirov bêhna xwe berde.
Derdekî Jan Dost ê neteweyî û projeyeke wî ya mirovahiyê heye. Ew, dîroka civaka Kurdî ji hundir de dinivîsîne. Projeya wî ya mezin, projeyên giregirên romanê yên mîna Balzac û Necîb Mahfûz û romannivîsên cîhanî yên ku civaka xwe bi awayekî hûrgilî raxistine ber me tîne bîra mirov. Gelo êdî em dikarin bibêjin ku Jan Dost Balzacê romana Kurdî ye?
Profesor Akeel Almarai
Mamosteyê Ziman û Wêjeya Erebî yê Zanîngeha Sienayê ya li Îtalyayê