Li ser kirasşo rûniştî bûm, li ser kevirekî reş ji Qerejdaxê, dîkê li ber lingên wê sar bûbû êdî nema diperpitî, xwîn pijiqîbû ser solên wê yê kesk ên naylonî, deq deqî dixuya mîna deqên berê. Dû re awirên min ber bi çayê ve çûn, min li ber çayê mêze kir ji bilî hêşînatiyê, bûkikên sor û pembeyî, çîçekên xerdelê ên zer dixuyan. Keçikek heft heşt salî li ber çend kar û berxan bû. Du kar ketibûn lîstikek şanogerî bi hev re dilîstin, berxên mîna berfê spî dikirin jî di nav hêşinatiyê de wenda bûbûn. Li taxa kirasşo, zarokan di çayê de bendek çêkiribûn û avjenî dikirin. Du zarok bi nav erdê nokan ketibûn, firîk radikirin, bi zorê dihatin dîtin, wisa tazî bûn wek di rengê axê de bin, wenda bûbûn. Bayekî hênik ji çiyayên jor, ji zozanan hat pêşiyê spîndar dû re guliyên dara hêjîrê leqi¬yan, kulîlkên hinarê ên rengxweş bi ber bê ketin û ew bayê xweş bi nav gova çivirbiyê ket û li ser kirasşo rûyê min alast.


Kirasşo


83

Kurmanci

Edebîyat-Çîrok/Öykü




Bêjeyên Sereke

Kirasşo
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number