Kenê Anahîta

 

Di çepera hêviyê de çokdayî ne em. Girên barûdê mezin dibin di hundirê me de. Di reşikê fîşekan de hêrs dicive di cihê herî nazenîn ê dilê me de. Dilê xwe li bayê Kobanê diraxin em li Girê Miştenûr. Ji wir em di gobilîna bayê şoreşî de silav didin ezîzê dilê xwe. “Silav li te Rihayî! Leşkerên te hatine te silav bikin.” em dibêjin. Li ser milê me keleşa me, li ser milê me hêviya me, enstrûmana me ya azadiyê ye li ser milê me. Lorîkên çepraz girê dane me li cihê rextên xwe.

Di çepera hêviyê de çokdayî ne em. Di kozika hêviyê de erdhej erdhej çokdayî ne em, di kozika Hesê Misûkê de li peravên Kobanê. Di hembêza mirinê de narincokên devliken dikevin kêleka me. Di hembêza jiyanê de narincokên devliken… wek ku meteorîtek li orta cîhanê bikeve wisa dikevin.

 


Kenê Anahîta


128

Kurmanci

Edebîyat-Çîrok/Öykü

2019




Bêjeyên Sereke

Kenê Anahîta
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number