Di vê pirtûkê da 10 xebroşkên herêma Qerecdaxê hene. Mehpûs Serhedî, bi salan e li wê herêmê berhavkarîyê dike. Mirov wextê van xebroşkan dixwîne, nema xwe digire û bi dû wan lehengan dikeve. Zimanê Meta Şemsê, bi çêj û ekla xwe, xebroşkan xweştir dike.
Dibê padîşak hebû û sê lawên wî bûn. Paşa mir, van her sê lawana li ser malê xwu qumarê lîst. Mal wenda kir, birçî ma. Go:
“Wele em ê rabi herin kar.”
Her sê çû nirî genimkî wer li dar i, hatî ber çinînê û hema dasê xwu girt û pê ket û çinîn. Go:
Xwedyê wî çaxa hat ewê heqê me bidi.”
Bê xwedyê wî çinîn. Çînîn çinîn, nirî Pîrehût hat.
“Lo lo!”
Xeber jê ra da, go:
“Ew genima bê xwedî yi win diçini?”
96
Kurmanci
Folklor-Xebroşk/Folklor-Masal
2017
Loading....