Di vê berhemê de li gel serpêhatîya peydabûna kaxeza qederguhêr, li ser paşeroja wê û civata bêkaxez jî fikir û perspektîfên cuda dihên pêşkêşkirin.
Hûn dê di labîrentên dîrokê de rastî kaxezên lîstikan bihên û bi van xemilên jîyanê re ji Rojhilata Dûr heta Ewropayê, ji şaristanîyekê berê xwe bidin şaristanîyeka din û li bajarên vedîtî, li bircênwêranbûyî bêhna xwe vedin. Hûn dê bibin mêvanên gerokan û guhdarîya bîrînanên wan bikin; bera dû şopgerên meraqdar bidin û di rûyê kaxezên lîstikan de li şopên şaristanîyên cuda û bawerîyên curbicur bigerin û herweha bi nîşanên li rûyên kaxezan neqişandî re bikevin sihbetê û ew jî dê bi kurdîyeka kurmancî ya rewan sirên xwe eşkere bikin û li şopên şaristanîyên cuda mikur bihên.
Hûn dê herweha bi meraqeka mezin li şopa çalakîyeka ji wan çalakîyên entelektuel, ango serbêjinga lîstikên me yên kaxezan jî bigerin...
374
Kurmanci
2014
Loading....