Çavên Xwedê hertimî vekirî bûn û zoq li ciyekî dinêrîn. Eger ew girtî jî bûna, vê rewşê wê ti tişt neguhertiba. Ti tiştê dîtinê tune bû û Xwedê li ti tiştî nedinêrî. Ew tije û tîr bû, mîna hêkeke ku wî gloverî û bêlivbûna xwe jê wergirtibû. Xwedê jixwetêrbûneke mutleq bû. Wî ti tişt nedixwest, ti tişt nedipa, ti tişt wernedigirt, ti tişt red nedikir û bi ti tiştî re elaqedar nedibû. Jiyana wî ewçend têrtije bû ku ew êdî ne jiyan bû. Xwedê nedijiya, Xwedê hebû...
... Zarê xwedê tune bû û ji ber vê yekê ramana wî jî (tunebû). Ew têrî û ezelî-ebedî bû. Û vê yekê giş di radeya herî bilind de îspat dikir ku Xwedê, Xwedê bû. Û ti girîngiya vê îspata berbiçav tunebû, lewre Xwedê di nav helwesteke sermest de bû û ne xema wî bû ku ew Xwedê bû.
128
Kurmanci
2014
Loading....