Di rêzeçîroka Hitokê û Papûşko ya Pisîkê de, qala hezkirina ajalan tê kirin. Hitokê dixwaze ji wê re pisîkek bikirin, lêbelê diya wê destûr nade. Jê re qala gemar û nexweşiyên pisîkê dike. Hitokê bi wî çavî li pisîkan nanihêre. Ji ber ku diya wê destûr nade pisîk bikeve mala wan, ew jî diçe pisîka cîrana wan ya bi navê Sûsî hez dike. Çîrok 12 rûpel e.