“Misto gunehkarîyeke mezin dike. Padşa jê re guneh derdixe, wekî li daraxacê xin. Ew roj tê, gava qirarê gotî bînin sêrî. Sibeyê şeveqê telal bi nava şeher dikevin, dikin gazî, wekî îro di meydanê de Mistoyê gunehkar wê li daraxacê xin. Ji sibeyê de cimeta şeher bere bere li meydanê top dibe. Misto her du destên wî bi piştê ve girêdayî ji kelayê derdixin, tînin ber daraxacê. Celat di cîyê xwe de hip î hazir disekinin. Wexta qazî mehkemeya wî bi dengekî bilind dixwîne, li meydanê her tişt diseqire, tu deng û hisek nayê bihîstin. Mehkemeyê dixwîne kuta dike. Çawa adet bû, gotî jê bipirsîyana, wekî xwestina wî yî kutasîyê çi ye. −Gunehkar, xên ji emir tu çi dixwazî? −padşa jê dipirse û zûr dibe lê dinêre. Misto xortekî cahil î bedew e, bi padşê xweş tê. Rast e, xortekî bedew î xwînşîrin e, huba wî difire dilê padşê lê gunehkarîyeke wisa kiriye, wekî bi tu tiştî nayê efûkirin, loma jî gotî cezayê xwe bistîne. Gava dikeve bîrê, wekî wî çi gunehkarî kiriye, padşa mirûzê xwe dike, berê xwe jê diguhêze, bi tizbîya destê xwe ve mijûl dibe. ”
Ji Hisreta Emir
204
Kurmanci
Kürtçe Roman ve Novel
2001
Loading....