Romana “Hêlîn”ê yekem romana pêşengê wêjeya Kurdî Mehmûd Baksi ye ku di sala 1984'an de hatiye çapkirin. Ev romana han ji 19 beşan pêk tê. Roman di serî de giranîyê dide cihêkarîya di navbera kur û keçan de di nav civaka Kurdî de. Hêlîn û Azad du tacêwî ne. Hêlîn hîn di zikê dêya xwe de zilimê ji Azêd dibîne. Piştî jidayîkbûnê, Hêlîndi çavên dê, bav û gundîyan de, di bin sîya azêd de dimîne. Ev jî ji ber ku ew keç e û Azad kur e. Li vir jî her dem Azad cihê pûtepêdanê ye û her dem Hêlîn bi tenê dimîne.
Hêlîn vebêjera romanê ye. Keça malbateke welatparêz e. Pêşîya ku bûyerên navendî yên romanê dest pê bike. Hêlîn rewşa xwe vedibêje. Ji ber ku keçik e, wekî bindest û kêm tê dîtin. Her çiqas di malbateke welatparêz de be jî, ev rewş naguhere. Ji ber ku vebêjer e, hestên wê baş tê zanîn.
Di romanê de, gîyanê Mehmûd Baksi yê gundewar û xwezahez xweş belî dibe, dirûpêxistinên xweşkok û cihê matmayînê her û her xwîner di xefika xwe de wer dikin. Nivîskar bi hostatîyeke bêsînor xwezaya Kurdistanê ya bedew dixe dirûvê mirovan û rih pê dixe. Di derbaseka romanê de, nivîskar wesifdana xwezayê bi van gotinan tîne zimên: “Teyra basbelek wek brûskê xwe ji serê Sîpanê Xelatê berda jêr. Per û baskên wê rûyê esmên qelaşt. Gul û sosin, nêrgiz û rihan, ji bayê baskên wê bi ser hev de ketin. Nefel û giya bêhneke xweş xistin dilê Sîpanê. Sîpan fûriya...”
Mehmûd Baksiyê nemir di vê romanê de, bi zimanekî rewan, sade û fêmbar bûyer vegotine û romana xwe têrtijî kiriye bi çîrok û fablan. Her çiqas bûyer gelekî tund û dijwar in û di atmosfereke rûxîner de digerin, lê ziman asta tundîyê nizm dike û xwe dispêre zelalî û rewanîyeke aştker. Ev yek jî ji ber ku vebêjer keç e û bûyer li gor nazikî û dilaramîya keçekê hatine vegotin.
101
Kurmanci
Edebîyat-Çîrok/Öykü
2001
Loading....