Berê wê li bergeheke heta tu bibêjî fireh dinihêrî û xwezayeke xam ku zêde bi ber xezeba mirovan neketibû li pêşber dirêj dibû. Mîna çemê ku pê re diherikî bi sî û stara xerabîyê neketibû. Lê digel vê yekê jî Handayê hemû dema xwe ya ku dikaribû li wê xwezaya xweşik temaşe bikira jî bi piranî bi xewê diborand. Ji sibehê heta berêvarî li ser textê razanê dirêjkirî û razayî dima. Xeyalên wê jî gelek caran tevlî çemê ku bênavber diherikî, ber bi serdemên dîtir ve diçûn. Bi tarîya êvarê re jîyan û roja wê hê nû dest pê dikir. Heger derfet bidîta ku bifikirîya li jîyaneke asayî ya rojane, berîya her tiştî di dilê xwe de digot, ez mîna baçimêlkan im û di ber xwe de dimizmizî.
***
Kêlîyekê çavên xwe girtin; rê bi avê, av bi rêwîyan, rêwîtî bi serborîyan xweştir û geştir dibû. Serborîyên rêwîtîyê mîna morîk û mircanên di qirik û gerdena keçên xama de xweş in. Herikîn rastîya jîyanê ye. Jîyan bi qasî ku civakî û komî ye ew qasî jî tenêtî ye. Handayê bi herikîna van hestan bi rê ketibû.
112
Kurmanci
Kürtçe Roman ve Novel
2001
Loading....