Di “Gerîneka Guernicayê” de, “xewn” û “rastî” sînorên hevdu xera dikin, daxilî nava xeleka hevdu dibin, siya xwe li dewsa xwe dihêlin û dîsa vedigerin cihê xwe yê esasî. Piştî vê rolguherînê, êdî ne ewlehî bi “xeyalê” dibe ne bi “rastiyê.” Lewra bi her xerakirin û daxilbûna pişt sînoran re, qinyetek bivênevê bi mirov re çêdibê û ev qinyat miqîm mirov li xapandinekê dihesilîne. Di her çûyîn hatina xeyal-rastiyê de, meriv nû bi xapandinê dihese û bi vê pêhesînê re, îcar mirov zemên tevlihev dike. “Zemanê derve”, xwe di pişt herikîneke sexte û sûkî de vedişêre. Yildiz Çakar, bi saya vê hîleyê, nahêle em rûyê zemên ê rast bibînin. Lewra dizane, heger em bibînin ku zemanê derve him qet naherike û him do, îro, sibê di nava xwe de dihewîne, stûnên romanê wê bişikên û xumamiya girîft ê eşkere bibe. Loma jî herikînê bi tûmerî radiwestîne û zemanê di hiş de diherikîne; bi vê yekê, honakên fêrbûyî ji binî de dirûxîne û parîkên çîroka eslî li nava kavilên romanê belav dike. 
Gerîneka Guernicayê; romana qet û hîçê ye. Herçiqas Lîsa carcaran berzûrî Xwedê bibe jî, bi esl û feslê xwe qetûhîçparêzek e, dijqereqterek e. 
Gerîneka Guernicayê; romaneke dijwate ye; lê belê hemû wateyan di nava xwe de dihewîne. Divê xwendevan bi xwe daxilî nava vê lîstikê bibe û ji xwe re wateya eslî bibîne.”



GERÎNEKA GUERNICAYÊ


212

Kurmanci

Edebiyat - Roman

2015




Bêjeyên Sereke

GERÎNEKA GUERNICAYÊ
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number