Ey derdê min, ey derdê dilê min! Tu dibînî ku ez hewcedarê xwendina fatîheyeke te me, li ser min ê zinde-mirî fatîheyekê bixwîne. Ku ez ‘aşiqê fatîheyê me, ku ez ji fatîheyê ve nexweş im. Di destpêka min de nexweşî numayan bûye. Ez êdî nikarim bê fatîheyê, bê destûra fatîheyê bijîm. Yanî ji ezel de ez di nava vê nexweşîyê de me ku heta bi ebed wê bimeşe ev mered. Ji ezel ve ez ji eslê xwe dûr im ku loma ez nesax û ‘elîl û nalan im. Ez nikarim bê fatîheyê dest bi tu tiştî bikim, dixwazim bi fatîheyê bijîm û bi wê bimirim. Vejîna min a nû jî li ber derîyê wê…