Romannûs û lêkolînerê hêja Ferhad Pîrbal di vê berhema xwe de bere xwe daye, helbestkar, şanonamenûs û pexşanûsê pirhêl Evdirehîm Rehmî Hekarî (1890-1958), endamê çalak ê gelek rêxistinên Kurdî (weke Komeleya Xwendekarên Kurd bi navê Hêvî, her wiha endamê damezirîner ê Komeleya Tealî ya Kurd), bi bandora nivîsa Ewropayê cara yekê di dîroka edebîyata Kurdî de, form û awayekî nû yê hunerî anîye nava edebîyata Kurdî û bi Kurdan daye naskirin ku ew jî şanoname ye û formeke edebîyata rojavayî ye.
Nivîskar ji çend çavkanîyên olî av vexwariye, ji bo çareserîya pirsgirêka neteweyî xwedîyê fikreke Îslamî bûye: Hewl daye têgihîştina olî û perspektîfa îslamîstan di poteya bîra welatperwerîya Kurdî de bihelîne; yanî xwestiye ol û nîjadê bi hev ve bikelijîne. Ev taybetmendîyeke perspektîfa Hekarî ye.
Evdirehîm Rehmî Hekarî, yekemîn helbestkarê hevçerx ê Kurd e ku berhemên xwe di kovareke Kurdî de weşandiye; her wiha kovar kiriye wasiteyek ji bo pêkanîna projeyeke nûkirina helbestê. Wî di helbestê de kêşeya pençeyê di helbesta Kurdî de bi kar anîye; bi vî awayî ew di vî warî de bûye rêber:
Ez mame sêwî bê da û bab im
Xanîyê mi sotin, ez malxirab im
Babê mi kuştin bêdîn kuffaran
Muhtac im îro destê neyaran
160
Kurmanci
1986
Loading....