ya ku sînga min dişewitîne
ne êşa çûyinê ye
ya ku xewnên min dihejîne
ne bagera dûrbûnê ye
ya ku kenê min direvîne
ne xemkêşiya têkçûnê ye
ya ku dil disojîne
ne şikesta evînê yê
ez birîndarê birînên te me
birînên te yên
di birînên welatê min de dêşîn
330
Kurmanci
Kürtçe-Şiir-Kitapları
2000
Loading....