Em li vir in!
Berhemeke bi her awayî nipînû li edebiyata Kurdî ya ku ji “nû“bûnê muzdarib e, zêde dibe: Em li vir in! Beroj Akreyî ku bi xwe kurmancîaxêv e, li Swêdê rojên dawî yên jiyana mirovên swêdî, bi farisî û soranî nivîsand, kitêb li Tehran (farisî) û Hewlêrê (soranî) derket; li Hewlêrê Besam Mistefa ew wergerande kurmancî, nivîskar kurmanciya wê xwend û bi fotoyên eslî yên kesê di çîrokan de, li Stembolê, di nav weşanên Avesta de çap bû.
Di edebiyatê de ceribandineke nû...
Beroj Akreyî li ser tecrubeya xwe ya nivîsandina vê kitêbê, weha dipeyive:
Karkirin ji kesên mîna me re li diyasporayê, yan maliştin û paqijkirina hotêlan e, yan şûştina firaxan li xwaringehan; yan jî karên ji van girantir û bê nirxtir in. Hevalekî min ê îranî hebû ku li mala pîr û kêmendaman kar dikir. Ez gelek caran pê re rûdiniştim û min li rewş û jiyana wan pîrejin û kalemêrên ku jiyabûn û kar kiribûn û vêga jî, ji jiyana civakê îzole bûbûn, dipirsî.
Ez jî bêkar bûm û li karekî digeriyam ku bikarim av û nanekî peyda bikim, da ku binivîsim.
Yanî min bi mebesta kar û jiyan û nivîsandinê, berê xwe da vî karî. Karkirin ji bo pîrejin û kalemêrên nehez, ciwan, lêqewimî, têkşikestî, pozbilind û piştguhkirî. Hemû demên ku ji malekê diçûm maleke din, li nivîsandina wan difikirîm. Hevalên min ji min dipirsîn: Karê te çi ye? Min bersiv dida: Ez bi şûştina qûna siberoja xwe ve mijûl im.
Li wê yekê difikirîm ku her çawa jî bijîm, dawiya wê, di rewşa herî baş de digihim derpiyekî tijî gû. Yê min yan yê kesekî din? Çi ferq dike?
Ev kitêb berhema du sal karkirin û du sal nivîsandin e. Asayî ye ku dikaribû kitêba min ji vêya ku vêga li ber dest e, pirtir bûya. Lê difikirîm ku ev pîrejin yan kalemêrên ku bi roj ji wan re kar dikim û bi şev wan dinivîsim, serencama heftê, heştê yan not salên jiyanê ne: Devek ku divê pê bixwin, qûnek ku divê pê gû bikin û zihniyetek ku bi piştguhkirinê tijî ye û nizane çarşem çend şem e.
Min dît û ji min re eyan bû ku jiyana mirov di dawî de tenê tûneleke sar û seqem û tarî ye. Lewma jî min dixwest kitêbeke sar bi peyvên sar û tarî binivîsim.
Min ji destpêkê ve dizanibû ku pênûsa min tenê divê şahid be û wek kamerayê kar bike. Vebêjerê min kar dike û tiştekî li ser xwe nabêje. Bi ser de jî nabêje betilî me, nabêje hest bi çi dike, nabêje li çi difikire û di dawî bi xwe jî winda dibe û çîroka xwe di rûpela dawî de û bi peyvekê dinivîse: Kû der?
Di bin siya mirinê de
Rexnegirê îranî Makan Ensarî ji bo “Em li vir in” wiha dibêje: “Mirovên Beroj Akreyî di saetên dawî yên jiyana xwe de ne. Piraniya jin û mêrên pîr rastî pirsgirêka xurifînê hatine û dema wan ya buhurî ji bîra wan çûye. Ev çîrok di sînorekî zirav de, ku di navbera jiyan û mirinê de ye, derbas dibin. Her peyveke ku bilêv dikin, di bin siya mirinê de derbas dibe. Sîbera mirinê ew tişt e ku wate daye jiyana windakirî ya kesayetiyan û tevahiya vê kitêbê.”
Ev kitêb ji aliyê “Xelata Hoşeng Gulşîrî”, “Xelata Mîhrecana Edebiyatê” û “Xelata Nivîskar û Rexnegirên Îranê” ve hatiye namzetkirin.
96
Kurmanci
Deneme
2012
Loading....