Ev berhema ku destpêkê ji bo bibîranîna 300 saliya Mem û Zînê hatibû amadekirin ji çend beşan pêk tê. Beşê yekê bi xebatên li ser Ehmedê Xanî dest pê dike. Di vî beşî de ji destpêkê heta nivîsandina vê berhemê, tiştên li ser Xanî hatine nivîsandin tên nirxandin. Beşê duduyan li ser jiyana Ehmedê Xanî ye. Di vir de agahiyên cuda yên li ser jiyana Xanî tên pêşkêşkirin.
Beşê sisêyan li ser dewra Ehmedê Xanî ye. Nivîskar panoramayeke cîhanî û Kurdistanî ya dewra jiyana Xanî bi awayekî sivik li ber çavê xwendevanan radixe da ku karibe Xanî baştir bide nasandin û fahmkirin. Bîrûbaweriyên Xanî yên li ser rewşa kurdan, daxwazên wî yên li ser avabûna dewleteke kurdî jî di vî beşî de ne.
Beşê çaran, li ser bîrûbaweriyên Ehmedê Xanî yên felsefî û tesewufî ye. Di vir de li ser wê yekê muhaweleyek heye ku gelo di meseleyên felsefî, dînî û tesewufî de Xanî li kû derê radiweste, xwedanê çi mewquf û dîtinê ye. Xanî ne însanekî yekalî ye. Belkî jî yek ji xusûsiyetên wî yên herî taybetî jî ev e. Ew, hem di warê dîn û jiyana manewî de xwedan desthilat e, hem jî wî mohra xwe li ser kar û barê dinya maddî xistiye. Di van deran de jî piralîtiyeka wî ya kûr û berfireh heye. Di pirsên dînî û manewî de, wî hespê xwe hem di meydana dîn û felsefê de, hem jî di ya tesewufê de ajotiye.
Yek ji aliyên wî yên destnîşankirî bi munasebeta berhema Mem û Zînê pirsa pêwendiyên jin û mêran, evîna maddî û ya îlahî ye û hetta erotîzma navbera herdu cinsên însanan e. Beşê pêncan di heqê van fikrên wî de ye ku li ser evîn û erotîzmê ne. Di beşê şeşan de jî nasandinek li ser berhemên wî heye.
336
Loading....