Celadet Alî Bedirxan di şi’ra xwe ya navdar de dibêje: Dotmam welê ye, heta mirov xwe nas dikit mirov emrê xwe xelas dikit. Hon hemî ji min, ji me re bûn. Me kîjan bixwesta, ne ewê, ne mamên me, ne digotin no. Lê min, me hemiyan nizanî bûn. Çavên me bi we, bi bedewiya can û giyanê we ne diket. Me dev ji we berda bûn. Yekî biyanî dihat, hon dixwestin. Me ji xwe re ne dikir namûs. Hon dibirin. Hon bêqedr dikirin. Di rêzika dinyayê de hon tayih dibûn. Ev ne sûcê we, lê yê me bû. Hon di gulistana mala me de gul û bişkojin bûn. Baxvan û dîdevanên we em bûn. Bihna we a xweş, rengê we ê geş û birewş tu dibêjî qey ne ji me re bûn. Em pê ne dihesiyan. Me ew ne didîtin.
Himbêza xwe veke ez ji te re têm. Min himbêz bike. Min wek mêr, pismam û her tiştê xwe maço bike.
Were dotmam were, ez stûna heyîna te a stiwar im, tu jî bibe rewşa jiyîna min a Rewşen.
Kitêba ’Dotmam’ Rewşen Bedirxan bi vê şi’rê dest pê dike lê bi nivîs û axaftinên Rewşen Xanim dom dike. Bi taybetî bîranînên wê yên Kongreya li Dijî Koledariyê a ku di 1957an de li Atîna-Yonanîstan çêbû, ji gelek aliyan ve balkêş dixuyin. Bi nivîs, belge û fotoyan rûpelekî din ê dîroka me ronî dibe. Bi weşandina vê kitêbê di 100 saliya Rewşen Bedirxan de em ronakbîrek, jinek, hevalek, dayikek, mamostayek, xebatkarek, xatûneke pirreng ku qet jibîrkirin heq nekiriye ji nêz ve nas dikin.
113
Kurmanci
Portre - Biyografi - Monografi
2009
Loading....