Di vê jiyanê de qet nebe divê kesekî ku hûn bi her awayî pê bawer bin hebe. Yan na hûn ê tim û tim xwe tikîtenê hîs bikin. Loma piraniya mirovan bitenê ne, tikîtenê ne. Tiştên diqewimin, wekî versiyona destê duyem ên jiyaneke kelepîr in. Tiştên hûn dikin, yek jê jî ne aydê we ye, ne aydê bîra we, ne aydê xwebûna we ye. Jiyana we, bi temamî ji tiştên ku derdoreke dilbiguman bi we dide kirin îbaret e. Ji wî halê we yê zarokatiyê yê saf û xwerû, li ser rûyê we tenê “bişirîna memûrî”, li ser lêvên we jî “maçeke xemaz” dimîne. Cihê ku hûn maç bikin qirêjî dibe. Wexta hûn dikenin her kes tehl dibe. Heger bi we re destmaleke spî û derdora wê bi dantêlên kesk xemilandî tunebe, hûn ê nikaribin tu devera xwe paqij bikin. |
Aha min werê hez ji Serabê kir, bi halê xwe yê herî saf, ji dûr ve.
Kurmanci
Edebîyat-Çîrok/Öykü
2021
Loading....