Bi bêdengî min li wan guhdarî dikir.

Ji nav gotegotên wan tenê bêhna şer dihat.

Mijara leyistikên wan tenê şer bû…

Destên vala yên ku li têhna destê bav digerin, hedanê ji rihê wî re nahêlin. Destên bav ên ku wê kêliyê dixwest di navbera bedena wî û talana ku çirûsk li çavên wî miçikandibûn, bibin hêt… Bi destên vala yên ku li dora laşê wî dizîzikin, Mîrza bênavber dibêje:

- Destê bavê min… Kanî destê bavê min!.. Destê bavê min yê qaliiind!..

Girî û gotinên law ji dûr ve axîn û zingêniyekê bi laşê wî yê li erdê dirêjkirî dixin. Nalenala wî ya ku hino hino di rihê wî de difetisî dijwartir dibe. Bi kêferatekê li ber xwe dide destê xwe yê qalind ê di nav xwînê de mayî, cara dawî bigihijîne destê lawê xwe yê vala… Çavên ku êş û neçarî ji wan dibarî, di bin asîmanê ku şînkayiyeke zelal xwe lê pêçabû, li destên vala yên ku dikirin kazekaz vekirî dimînin.

Destên Vala Dilên Tijî

Nivîskarek, divê çi binivîsîne? Ango di zevî û bêndera nivîskêr de, divê çi hebe? Di jiyana nivîskêr de, bi awayekî dî, di pêvajoya nivîsê de, çi ye ew tişta ku dibe hest û diherike dilê nivîskêr, çi ye, ew tişta di hiş û ramanê de dibe xwediyê cî û war? Helbet gelek nivîskarên cîhanê, rewşenbîr û şahidê warê xwe ne. Wîjdanê welat û gelê xwe ne. Loma tê gotin ku nivîskar pênûsa xwe dirêjî zarokatiya xwe û/yan erdnîgariya xwe dike. Nivîskar Lorîn S. Doğan jî bi awayekî sirûştî wisa kiriye. Pênûsa xwe dirêjî nav zeviyên jiyanê yên ku dil û hiş ew nîşan kirine. Di berhema xwe ya duyem de, dilê xwe kiriye derwêş û derketiya rêwîtiya nav gund û bajarên welatê xwe ku bi têlên direhî, bi mayînên binaxê, bi nobedarên jehrê hatiye perçekirin, hatiye perçiqandin, hatiye xapandin û her wiha hatiye talankirin.

 “Destên Vala” bi çavê zarokan li jiyanê dinihêre. Çavên xwe zîq li nav sînorên mayînkirî kutaye û awir ji dahatûya xwe dide. Bi şêwe û temaya xwe ji berhama berê wê, ji berhema yekem a bi navê “Kirasê Teng” gelekî ne dûr e. Di berhema yekem de jî, serpêhatiyên kes û malbatên kurd ên xizan û belengez bi pênûsa xwe hunandibû û pêşkêşî cîhana kurmanciyê kiribû. Çîroka “Destên Vala” ya ku navê xwe daye berhemê, ne tenê çîroka bûyereke ji rêzê, ne tenê nîşeyeke rojana ya di nav rûpelên salnameyan de cih digire ye. Belê çi ev çîroka navborî, çi çîrokên dî, serpêhatiya jihevbirîna dê û weledê xwe, jihevdûrxistina bav û zaroka xwe, her wiha çîroka pêvajoya jiyana gelekî bindest e ku di dîrokê de seranser bi her awayî hatiye kuştin e. Loma dibêjim, heke dest vala mabin, dil tije ne. Ev çîrok jî, ji wî dilê tije fûrîne nav vegotina çîroka nivîskêr. Bi şêweya xwe ya ji xwe bawer, bi hunandina xwe ya xweser, hêdî hêdî, lê bi gavîn pihêt dimeşe.

Dema em zarok bûn, li Nisêbînê (li warê çîrokên ‘Destên Vala’, di mehên temmûz û tebaxê de, me zeviyên pembû tevrik (çapa) dikir. Min wekî ku di wê germê de, qurtek ava qerisî vexwar, bi carekê “Destên Vala” xwend. Em ê li benda berhemên nû yên nivîskara xwe bin ku her tim nêrînên me ronî, dilê me hênik be.

Îsmail Dindar, www.diyarname.com, 06.06.2012


DESTÊN VALA


80

Kurmanci

Edebiyat - Roman

2012




Bêjeyên Sereke

DESTÊN VALA
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number