Eger edebiyata zimanekî berhemên ku ji gelek hêlan ve wê bilerizîne neafirîne li gel vê yekê teb û toreyê heyî yê wêjeya ku li ser hêşîn dibe têk nebe ew wêje piştî demekê radiweste û hêz û qeweta xwe winda dike. Ji ber vê yekê jî berhemên ku teb û toreyên heyî têk dibin di wêjeya wî zimanî de berendamê şaheserîbûnê ne û dibin qûçek mezin ê wê wêjeyê. Ji wêjeyê re dibin nefes û riyeke nû.
Divê mirov berhema Deqên Qesas a Lal Laleş ku piştî “Berbejna Rê” ku wekî dîwana wî ya duyemîn derçûye, di vê çarçoveyê de binirxîne. Ligel pirtûka ku ji gelek hêlan ve balê dikişîne jî hêla wê ya herî balkêş û bi tesîr zimanê wê ye. Rast helbesta modern a kurd zimanê xwe afirandiye. Lê rastiyeke din heye ku bûye sedemê rawestandina zimanê helbestê ji ber ku her diçe zimanê helbesta modern nêzî hev bûye û şibiyaye hev. Ev rewş helbesta kurdî ber bi xetereyê ve dibe û rê li ber wê digire. Di demên wisa de di zimanê vê edebiyatê de helbestvanên ku peyvan daqûl tên wan didin ber tîran divê hîn bêhtir li peyvan daqûlên, ji nû ve ruhekî bidin wan têkiliya di navbera bêjeyan de ji nû ve saz bikin. Dîsa peyvan bi hev re ava bikin. Tiştê ku di “Deqên Qesas” de ku helbest van dixwaze bike ev e. Ji bo wêje û zimanê kurdî bûye hilmek.
Deqên Qesas bi bikaranîna zimanê xwe hem di nava wêjeya cîhanê de hem di nav a kurdî de û hem jî di qonaxa wêjeya kurdî ya gîhaştî de sekneke xweser e.
72
Kurmanci
Kürtçe-Şiir-Kitapları
1986
Loading....